Mahsum Korkmaz | |
---|---|
Navê rastî | Mahsum Korkmaz |
Jidayikbûn | 1956 |
Mirin | 28ê adara 1986an Şirnex, Çiyayê gabar |
Sedema mirinê | Birîndariya bi çekan |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Tirkiye |
Pîşe | Fermandarê (HRK) PKKê |
Salên çalak | 1976–1986 |
biguhêre |
Mahsum Korkmaz yan jî bi navê xwe yê leşkerî Egîd (jdb. 1956 li Farqînê − m. 28'ê adarê 1986 li çiyayê Gabarê, Şirnex), endamê Komîteya Navendî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û fermandarê yekemîn ê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) bû.[1] Korkmaz di sala 1979an de diçe Libnanê û li gel Kemal Pîr berpirsê çalakî û operasyonên li seranserê Bakurê Kurdistanê bû. Korkmaz fermandarê Çalakiyên 15ê Tebaxa Sala 1984an de ku li dijî leşkerên tirk ku li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye.[2] Ev çalakiya ku bi fermandariya Egîd pêk hatiye yekem destpêka serhildana çekdarî ya PKKê ye ku li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye.
Akademiya Mahsûm Korkmaz ku di salên 1980î û destpêka salên 1990an de navenda perwerdehiya PKKê ya sereke bû ku li Geliyê Beqaya Libnanê bû, bi navê wî hatibû binavkirin.[3] Mahsûm Korkmaz îro di çarçoveya gelek rojên bîranînê de ji aliyê Tevgera Kurd ve tê bibîranîn. Li navçeya Licê di 30yem salvegera Çalakiya 15ê Tebaxê de, di 15ê tebaxa sala 2014an de peykerê Korkmaz li goristanê hatiye danîn.[4] Piştre peykera wî ji aliyê rayedarên dewleta tirk ve hatiye rakirin.
Korkmaz di sala 1986ê de Fermandarê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) Mahsum Korkmaz (Egîd) li çiyayê Gabarê şehîd ket.
© MMXXIII Rich X Search. We shall prevail. All rights reserved. Rich X Search