Galen

Galen
Galen
Navê rastî
Aelius Galenus
Jidayikbûnîlon z. 129
Bergama
Mirinm. 200 an 216
Roma
EsilYewnanî
PîşeBijîşk, fîlozof
Dê û bav
biguhêreBelge

Aelius Galenus an jî Claudius Galenus (bi yewnaniya kevn: Κλαύδιος Γαληνός, lat. Klaúdios Galēnós; îlon z. 129 –m.. 200 an 216). Navê wî yê herî navdar Galenê Pergamon (îro Bergama ) ye. Galen li Împeratoriya Romê de bijîşk , birînsaz û feylefos bu. Di serdema antîkê de aliyê lêkolinê de herî serkeftî bêguman Galen bu. Galen bandorek mezin li ser dîsiplînê zanîstiyên ciyawaz wek anatomî , fîzyolojî , patolojî, farmakolojî û norolojî yê kir. Li ser feylesofî û mentiqê da jî bandora wî hebû.

Galen kurê Aelîus Nîcon e. Aelîus mîmarek dewlemed bû. Zanîstî bala wî pir dikişand. Galen perwerdeyek berfireh hilda ku ew perwerde rêya feylesofî û bijîşkî da kariyerên biserkeftî jê re vekir. Galen bajarê Pergama yê kevnar (İro Bergama, Tirkiye) da hat dinê . Galen berîya cîhêbûna Romayê pir gerîya û teorîyên ciyawaz li ser bijîşkî hin bû. Paşê jî romayê de bijîşkê arîstokrat û çend împarator bû.

Têgihîştina Galen ya anatomî û bijîşkî li serî da bandora teorîya humorîmzê de (Teorîya humorîzm an jî bi navê teoriya çar şile tê zanîn; zerava reş, zerava zer, xwîn , belxem ) û bi bandora bjîşkên pêşketî wekî Hîpokrat de ma. Ramanên Galen herî kêm 1.300 sal bandorek mezin li ser zanîstiya bijîşkî li rojavayê kir. Agahdariya anatomîya galen li ser dîseksîyon û analîza laşên beraz û meymûn pêk dihat. lêkolin û dîseksiyonên li ser mirovan vê demê qedexe bû jİ ber vê bo fehmkirina anatomiya mirov teşrîh û dîseksiyonên ajalan dikirin. Galen bo bêtir fêmkirin û naskirinê laşê mirov, ji xwendakarê xwe re her dem bo nêrîna û çûyîna cem laşê gladyatorên mirî an jî bi nêrîna mirîyên ku were şuştin, cesaret dida. Ceribandina herî muhîm ya Galen ku di nav gel de çêkiriye qîjkirina beraz bû. Cerribandina qîjkirine beraz ew bû ku dema Galen berazek jê dikir beraz qîjkirinê dest pê dikir û vê demê galen Jêyê dengê wî jê dikir an jî demarê wê jê dikir. Ji ber ku xelqê re nişan bide ku ew der kontorla dengê dike an ciyê deng e. Agahdarî û melûmatên der heqê laşê mirov hetanê sala 1543ê bênîqaş li ser agahdarîya Galen ma. Piştre dîseksiyonê mirovan bi dizî û eşkere hate çê kirin dema ku berhem û wêneyên laşe û organan hatin çixêzkirin û çap kirin agahdarîyên Galen pirsîyar dibû . Dema Andreas Vesalius di sala 1543 de Berhemek binnavê De humani corporis fabrica [1] çap kir û otorîyeta Galen pirsîyar bû û cerrahibandin û lêkolinên nû despê kir.

Teorîya Galenê der heqê fîzyolojiya Sîstema gera xwînê jî hetanê sala 1242 bênîqaş ma. Dema Îbn Nefîs pirtûkê xwe ya ‘’’Şerh tasrih el-Qanûn li’îbn Sina ‘’’( ravekirin û şîroveya qanuna Îbn Sîna) çap kir, agahdarîyên nû li ser sistema gera xwîne û Gera xwînê ya pişikan de hate nivîsandin.[2] Em bi pirtûkê wî va dizanin ku Galen xwe him bijîşk him jî wek fîlozof dibîbîbû. Sernave pirtûkê xwe re jî Bjîşkên Herî Baş Him Fîlozof e. kirîbu..[3][4][5]

Nîqaşa navbera rêbaza rasyonalîst û eksprîmentalistan bala galen pir dikişand.[6] Rêbaza galène li nav rebazên zanîstîyên ciywaz de çavnêrî kirin , dîseksiyon , vîvîseksîyon nav vekirin û nêrîn bû. Piraniya berhemê wî ji yewnaniya kevn da hatiye nivîsandin û zimanê dinê re ji yewnanî hatîye wergerandin. Hin berhemên wî jî xira buye û hatîye qeyb kirin. Herçiqas li ser dîroka mirina wî de nîqaş hebe jî , dema mirinê de galen herî kim heftê salî bû.

  1. ^ Andreas Vesalius (1543). De humani corporis Fabrica, Libri VII (bi latînî). Basel, Switzerland: Johannes Oporinus. Ji orîjînalê di 1 îlon 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 tebax 2010.
  2. ^ West, John (1985). "Ibn al-Nafis, the pulmonary circulation, and the Islamic Golden Age". Journal of Applied Physiology. 105 (6): 1877–1880. doi:10.1152/japplphysiol.91171.2008. PMC 2612469. PMID 18845773.
  3. ^ Claudii Galeni Pergameni (1992). Odysseas Hatzopoulos (edîtor). "That the best physician is also a philosopher" with a Modern Greek Translation. Athens, Greece: Odysseas Hatzopoulos & Company: Kaktos Editions.
  4. ^ Theodore J. Drizis (Fall 2008). "Medical ethics in a writing of Galen". Acta Med Hist Adriat. 6 (2): 333–336. PMID 20102254. Roja gihiştinê 7 tebax 2010.
  5. ^ Brian, P., 1977, "Galen on the ideal of the physician", South Africa Medical Journal, 52: 936–938 pdf
  6. ^ Frede, M. and R. Walzer, 1985, Three Treatises on the Nature of Science, Indianapolis: Hacket.

© MMXXIII Rich X Search. We shall prevail. All rights reserved. Rich X Search